ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 – 7 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 – 7 – 2024
30 tîrmeh 2024   02:00

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi sernavê “Ber bi serdemeke nû ya rewşenbîriyê ve” têkildarî encamên qeyranên pergalên çînî, hîyerarşîk û dewletê, her wiha qeyranên rewşenbîrî yên roja me ya îro, gotarek weşand. Di gotarê de çareseriya çareseriya van krîzan û têkiliya wê ya bi paradîgmaya şaristaniya demokratîk re, tê guftûgokirin.

Xelkê Reqayê destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, heta têkbirina tecrîdê dewam bikin.

Hevseroketiya rêxistina PYD'ê ya Girê Spî bang li gelên Kurdistanê kir ku helwesteke cidî û xurt li dijî îxaneta ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne, nîşan bidin.

Siyasetmedar Selman Şebîb anî ziman ku li pey israra Erdogan a asayîkirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re armancên xirab hene û got Erdogan ji asayîkirina têkiliyan armanc dike şerekî di navbera Şam û QSD’ê de derxe, dagirkeriya xwe bi hêz bike û polîtîkaya xwe ya îlhaqkirinê berdewam bike. Şebîb li dijî armancên dewleta Tirk banga diyalogên navxweyî kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê li hola Nivîsgeha PYDˊê 45 şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê bi bîr tîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi sernavê ˊRola jinên ciwan di kêmkirina nexweşiyên civakê deˊ li navenda xwe ya Reqayê semînerekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) û Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) der barê birara desthilatên Îranê ya darvekirina çalakger û rojnameve Pexşan Ezîzî û cezayê 3 salan a girtîgehê ya ji hêla dadgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ve li dijî rojnamevan Silêman Ehmed, li Parka Xwendinê ya Qamişlo çalakiyeke şermezarkirinê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombenda Efrîn a Civakî (KEC) têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî li Çerxerêya Neîm a Reqayê daxuyaniyekê dide, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Tevgera Nûjen a Kurdistanî –Sûriya (T.N.K-S) bi sernavê ˊRêbazên pêşxistina xebatê di navbera MSDˊê û partiyên siyasî deˊ li avahiya MSDˊê ya li Hesekê der barê nîqaşkirina wesîqeya siyasî ya MSDˊê û nexşerêyê panelekê li dar dixin, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ˊJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de li hola Seyran a Amûdê ya kantona Cizîrê çalakiyekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)