ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26/7/2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26/7/2025
26 tîrmeh, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got “Dîtina wî hesreta me ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çavkaniyên li qadê û leşkerî diyar kir ku li kêleka komên ‘Fezet Eşîr’ ên bi piştgiriya wezaretên parastinê û hundirîn ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, çeteyên DAIŞˊê jî ji veşartgehên xwe yên li Tilûl El Sefa derketin û tev li êrişên li dijî Siwêdayê bûn. (BI WÊNE)

Endam û hevserokên komînan diyar kir ku biryara Meclisa Demokratîk a Gelan a têkildarî diyarkirina rojên şemiyê ji bo xebatên komînan, xebatên wan geş kirine û got “Roja komînan rihê xebata komînal vegerand û civakê li ser esasê demokasiyê bi rêxistin dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên koçber ên ji Efrînê yên li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê dimînin, daxwaza dabînkirina vegera ewle li warên xwe, bidawîkirina dagirkeriyê û derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Tenduristiyê ya Şedadê ji zêdetirî 55 hezar şêniyan re bê pere xizmetguzariyan pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Tirbespiyê der barê geşedanên yên Sûriyeyê civîneke berferh li dar dixe. Li hola PYD`ê ya bajêr, saet: 10.00. li bajarê Tiltemirê jî bi heman armancê viînek tê lidarxistin, kafeterya Kinêr, saet: 20.00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bo boneya salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê, Komîna Şano li Navenda  Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo, şanoya bi ser navê (Tîrêj) pêşkêş. 20:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd ji bo gelê Swêdayê, li bajarên Amûdê û Girkê Legê kampaniya berhevkirina alîkariyan dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)