ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 8 – 2024
25 tebax, 2024   02:00

Rojnamevanên jin diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî rojnamevanên jin dixwaze wan bê deng bike lê li hemberî êrişan tê dikoşin û dê li ser şopa hevalên xwe rastiya dagirkeriyê derxin holê.

Jinên ji kantona Firatê diyar kir ku di rizgarkirina jinan de ramanên Rêber Abdullah Ocalan roleke mezin lîstiye û ew ji nêrîna teng a civakê xilas kirin û rê li pêş vekir ku pêşengiya civakê bikin.

Li Qahîreyê dê di navbera aliyên şerê li Xezayê de dan û standin pêk were. Li kêlek wê jî îhtîmala şerekî berfireh zêd eye. Ev yek filistîniyan radixe pêşberî du vebijêrkan an agirbest an jî dewama şer.

Di rojevên rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa dan û standinên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de, krîza Lîbyayê û rageşiya nû li Derayê hat kirin.

Dengê Bilind Bengîn zîz û xweşik e, stranbêjekî pispor e. Li kêleka wê, di lêdana tembûrê de jî jêhatî ye. Herî dawî stranek derxist ku gelek kes bû heyrana wê û niha amadekariyên albumekê dike.

Xelkê bajarê Dirbêsiyê li bin konê sersaxiyê ya li pêş malbata şehîd Dilxwaz Hesekê ya li gundê Qermanî, sersaxiyê dide malbata şehîd, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a bajarê Şedadê têkildarî hedefgirtian rojnamevanên jin ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyekê dide, saet 10:30ˊan, her wiha li kantona Efrîn û Şehbayê rêxistinên jinan li bajarokê Edasê meşekê li dar dixin, saet 16:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Şedadê têkildarî ˊRola ciwanan di civakê de û şerê gel ê şoreşgerîˊ li avahiya ciwanan panelekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)