Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrişekê de birîndar bû

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Rêya Hol û Til Birakê de di êrişekê de birîndar bûye.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrişekê de birîndar bû
22 cotmeh, 2023   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya navendê wiha ye: “Vê êvarê, li ser rêya navbera bajarokên Hol û Til Birakê, otomobîleke hêzên me bi çekên kilaşînkov hate hedefgirtin û di encamê de endamekî me bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê ji nexweşxaneyê re hat veguhestin.

Hêzên me di cih de dest bi lêpirsîneke berfireh û aşkerekirina cihê hedefgirtinê.”