ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2024
23 gulan 2024   02:00

Siyasetmedaran destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan, hewl dide gelê Kurd tune bike. Her wiha siyasetmedaran diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan doza Kurd nayê çareserkirin.

Pêşmergeyekî ku ji Pêşmergeyên Roj qût bûye yê bi navê Ehmed Yusif diyar kir ku piraniya kesên tev li wan dibin temen biçûk in. Her wiha aşkera kir ku PDK`ê û îstixbarata dewleta Tirk, ew xapandine ji ber wê bang li pêşmergeyên din kir ku çekên xwe deynin û vegerin.

Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk bi navê, “Jîngeha me pêşîniya me ye” kampanyaya paqijiyê dide destpêkirin.

Di 2`yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê de ji pêkhateya, Ereb, Suryan û Kurd 3 endam ji bo koordînasyona meclisê hatin hilbijartin. Ev 3 endam kî ne?

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdana xwe ji partiyên siyasî re dewam dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê dest bi paqijkirina Bendava Mizgeftê û cihên tûrîzmî dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîla Diljîn Azadî ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê merasîmeke xiyabî li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo şehîdên mehên Nîsan û Gulanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo bi bîr tîne, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Reqa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)