Parêzeran piştî 211 rojan hevdîtin bi rojnamevan Silêman Ehmed re kir

Edîtorê beşa Erebî yê Ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed 211 rojan beriya niha ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û windakirin. Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navneteweyî de, destûr hat dayîn ku parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin û bi malbata xwe re bi rêya telefonê baxive.

Parêzeran piştî 211 rojan hevdîtin bi rojnamevan Silêman Ehmed re kir
22 gulan 2024   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji parêzerên rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed ku 211 roj e bêyî sûcek wî hebe ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatiye revandin û windakirin ji ajansa Rojnewsˊê re ragihand ku îro destûr hatiye dayîn li Asayişa Duhokê bi Silêman Ehmed re hevdîtinê bike û ji bo du deqeyan jî bi rêya telefonê bi malbata xwe re baxive.

Beşdar Hesen her wiha got, îro li gel parêzeran Rêvîng Yasîn, Kameran Sarmemî û Rêbaz Wisû ji bo parastina dosyaya rojnamevan (Silêman Mihemed Ehmed) serdana Dadgeha Lêkolînê ya Duhokê û Rêveberiya Asayîşa Duhokê kirin ku ji aliyê Serokê Desteya Mafên Mirovan Muna Yaqo û Rêveberê Giştî yê Peywendiyên Desteya Mafên Mirovan Silêman Muhsîn Rêveberê Giştî yê Ragihandinê ev hevdîtin ji wan re tertîpkirin û got; “Em gelek şanaz in ku me karî îro rojnamevan Silêman Ehmed ji nêz ve bibînîn.”

Parêzer Beşdar Hesen der barê hevdîtina bi Silêman Ehmed re wiha got; “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewldan kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweş in ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”

Parêzerê Silêman Ehmed tekez kir ku niha li gor madeya 1 ya yasaya jimare 21 ya sala 2003 ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, ku girêdayî ‘têkdana ewlekariya neteweyî’ ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadwer ve tê ragirtin û got; “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”

Parêzerê rojnamevan û Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed, Beşdar Hesen di dawiyê de wiha got; “Em ê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbîn in ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye Rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”

Rojnamevan û Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di Deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 211 rojbûn agahî jê nedihat girtin

Di dema van 211 rojan de ajansa Rojnewsê û Çapemeniya Azad, rojnamevanên Kurdistanê û derveyî welat dest ji têkoşîna ji bo eşkerekirina aqûbet û berdana Silêman Ehmed berneda, ji bo vê yekê roj bi roj zext û hewlên xwe yên sivîl û medyayî berfirehtir û xurtir kirin. Her wiha ji aliyê Desteya Mafên Mirovan a Herêma Başûrê Kurdistanê û Sendîkaya Rojnamevanan a Herêma Başûrê Kurdistanê, Navenda Metro, sazî û rêkxistinên cuda yên mafên mirovan li ser asta navxweyî û navnetewî zext û têkoşîneke mezin ji bo berdana Silêman Ehmed raber kirin.

Di heman demê doza Silêman Ehmed bû dozeke navnetewî. Di vê çarçoveyê de CPJ, CPT, Netewên Yekbûyî, Rojnamevanên Sînornenas (RSF) her wiha çendîn rêkxistin û saziyên din yên navnetewî li dijî girtin û revandina rojnamevan Silêman Ehmed bûn xwedî helwest, ji bo diyarkirina aqûbeta wî û berdana wî zextên cidî kirin.