ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-06-2026
21 hezîran, 2026   02:00

Nivîskar Ebdulwehab Pîranî û rêvebera Meclisa Jinan a TEV-DEM`ê Efaf Heskê divê ziman kurdî û mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de werin misogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Heyva Sor a Kurd li herêma Cizîrê bi rêya klînîkên gerok hewl dide pirsgirêkên tenduristiyê yên gel çareser bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Kobanê diyar kir ku wan ji bo ku xebatên anahîsaziyê bixin bin kontrolê, Biryarnameya 9’an derxistiye. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Hesekê bi dehan karkerên rojane dixebitin, di bin rokê de li bendê ne ku karekî peyda bikin û bixebitin lê gelek rojan destvala vedigerin mala xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Çavdêran diyar kir ku nêzîkatiyeke nû ya Amerîkayê ji bo Sûriyeyê û Iraqê derketiye holê, ku ev yek bi destnîşankirina Tom Barrack wekî nûnerê hevbeş ji bo her du welatan xuyan dibe. Her wiha dan zanîn ku qonaxa heyî ji bo Îranê destpêka "komara sêyemîn a Îslamî" li Îranê ye, di heman demê de bandorên aborî, siyasî, ewlehî û civakî ji bo Lubnanê zêde dibin.

Şêniyên bajarê Kobanê dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar bixin. Meş ji Qada Jina Azad dest pê dike. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Di roja duyemîn ya 2`mîn Festîvala Wênekêşiyê, Yekîtiya Wênekêşên Sûriyeyê semînerkê li dar dixe. Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Bo boneya salvegera şehadeta têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinaci) dê li taxa Qidûr Beg a Qamşlo civînek were lidarxistin. 18.00 BI WÊNE Û DÎMEN