DAIŞ berpirsiyariya kuştina 2 endamên Wezareta Parastinê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê berpirsiyariya kuştina 2 endamên Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li nêzîkî gundê Tahna li ser rêya M4 li rojhilatê parêzgeha Helebê girtin ser xwe.

DAIŞ berpirsiyariya kuştina 2 endamên Wezareta Parastinê girt ser xwe
20 hezîran, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê îro berpirsiyariya êrişa li ser 2 endamên Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser rêya M4 li nêzîkî gundê Tahna, li nêzîkî Menbîcê li rojhilatê parêzgeha Helebê, ku di encamê de hatin kuştin, girtin ser xwe.

DAIŞ`ê di postekê de ku li ser yek ji hesabên xwe yên medyaya civakî hat weşandin berpirsiyariya êrişê girt ser xwe.

(k)