ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-09-2026
14 îlon, 2026   02:00

Li bajarê Hesekê xwendekar û mamoste daxwaz kir bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de were qebûlkirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Amûdê jineke behremend jêhatîbûn û behreya xwe veguherandiye pîşeyeke serkeftî ji bo debara jiyanê. Ew bermahiyên daran û tiştên avêtî vediguherîne berhemên xweşik. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hikûmeta veguhêz 13`ê îlonê sotemenî biha kir, şêniyan anî ziman ku her tişt pêre biha bû û ew nikarin debara jiyana xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Demsala zivistanê nêz dibe û li bazarê buhayê bermîleke mazotê bi 220 dolarê amerîkî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Cizîrê anî ziman ku bihabûna sotemeniyê bandor li kirêyên veguhastinê û bihabûna madeyên sereke yên jiyanê û xizmetguzariyê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Bajarê Til Temirê û Navenda Çand û Hunerê ji bo şermezarkirina biryara wezareta perwerdeyê ya der barê zimanê kurdî de daxuyaniyan li çerxerêya Şaredariyê didin, saet 09.00‘an. Tevgera Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê jî bi heman armancê daxuyaniyekê dide, saet 12‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê der barê qetilkirina Sîpan Hiznî, bûyera şewata li girîgeha Kobanê, her wiha birayra biryara wezareta perwerdeyê ya têkildarî kurdî de daxuyaniyê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîdên şewata girtîgeha Kobanê bi merasîmê li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê tên oxirkirin, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)