Li dijî bilindkirina bihaya sotemeniyê xwepêşandanên girseyî

Li dijî bilindkirina bihayê sotemeniyê li gelek deverên Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li dijî bilindkirina bihaya sotemeniyê xwepêşandanên girseyî
13 îlon, 2026   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek deverên Sûriyeyê ji bo redkirina biryara bilindkirina bihayê sotemeniyê xwepêşandan hatin organîzekirin. Xwepêşandêran rê hatin girtin û daxwaza betalkirina biryarê û dûrxistina Wezîrê Enerjiyê ji kar kirin.

Xwepêşandêran rêyên sereke weke rêya Heleb-Ezazê, Heleb-Şamê li nêzî Meret Nûman, rêya Dêrazor-Reqayê girtin, dolab li ser rêyan pêxistin.

Hêzên ewlekariyê Ji bo têkbirina xwepêşandanan gule li xwepêşandêran reşandin.

(f)