ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2026
12 adar, 2026   02:00

Nivîskar û rojnamevan Îbrahîm Îbrahîm got "Guhertina zimanê siyasî û medyayê yek ji şertên sereke yê serkeftina lihevkirinê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jin li Rojava polîtîkayên hikumeta demkî ya înkarkirina hebûna jinan û paşguhkirinê qebûl nakin û got heyanî di destûra Sûriyeyê de bigihêjin mafên xwe ew ê tê bikoşin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rejîma Baas a Sûriyeyê 12`ê Adarê 2004`an li bajarê Qamişlo xwest fitneyê bixe navbera Kurd û Ereban de. Li hemberî komkujiya hatiye kirin gelê Kurd li tevahiya bajarên Rojava, ji Dêrikê heyanî Efrîn, Heleb, Şamê bertek nîşan dan û rabûn ser xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîhan Silêman Mihemed dixwaze ku kurê wê Alan ê ku di şer de dîl hatiye girtin, serbest were berdan.

Şêniyên bajarên Tirbespiyê û Çilaxa diyar kir ku serhildana Qamişloyê ya 2004’an bû çirûska şoreşê li dijî wan kesên ku hewl dida şer di navbera gelên herêmê de derxin, her wiha got hişyarî û têgihîştina gel li hember hewldanên afirandina nakokiyan dê komployan pûç bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi wesîleya salvegera 22'emîn a Serhildana Qamişloyê (2004) û ji bo bîranîna şehîdên serhildanê dê daxuyanî werin dayîn û çalakî werin lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA