ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2026
10 gulan, 2026   02:00

Ahîn Elî got mafên jinan bi sîstema çandî, civakî, siyasî û destûrî tên parastin û eger hebûna jinan qebûl nakin, tê wateya ku azadî û demokrasiyê red dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Mamoste û xwendekarên bajarê Hesekê û Serêkaniyê diyar kir ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bê fermîkirin û got "Zimanê Kurdî nasnameya me ye." BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarên berhemên derman û bêhnxweş li Rojava, bi taybetî cotkarên ku kemûn çandine, îsal bi saya barana zêde, geşbîn in. Lêbelê, li gel vê geşbîniyê fikarên li ser guherînên avhewayê jî hene. Cotkar bi demsalek hesas re rû bi rû ne ku çavdêriya ji nêz ve û pêkanîna rêbazên pêşîlêgirtin û rêveberiya çandiniyê yên bi bandor hewce dike da ku berhemeke serketî çêbibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Zirganê cotkar ji ber ewlehiyê û şert û mercên avhewayê nikarin çandiniyê bikin û zeviyên ku çandine ji ber nexweşiyên lê belav bûne, dibe ku ne berhemdar bin. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar û çalakvanê siyasî Elî El Emîn El Siwêd got divê hikumeta Şamê qebûl bike ku rola wê veguhêz û demkî ye û gelek kar jê tên xwestin. El Siwêd destnîşan kir ku hikumet di gelek aliyên rêvebirina dewletê de têk çûye, lewre jî ji bo rizgarkirina gelê Sûriyeyê îradeyeke nîştimanî hewce dike.

Li Rojavayê Kurdistanê 200 zarokên ku temenê wan di navbera 8-16 saliyê de perwerdeya şanoyê dibînin û beşdarî mîhrîcanên şanoyê dibin. Tê payîn ku ev xebat veguherin dibistaneke şanoyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Medyaya Erebî nivîsî ku Sûriyeyê di qonaxeke hesas re derbas dibe ji ber ku ew hewl dide aramiyê xurt bike û saziyên dewletê ji nû ve ava bike, di nav pirsgirêkên navxweyî yên berdewam û bandorên derveyî. Medyayê her wiha behsa rawestandina "Projeya Azadiyê" ya Amerîkayê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Mamoste û xwendekarên bajarên Dêrik û Tirbespiyê dê ji bo daxwaza nakirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê 2 meşên cuda  li dar bixin. Li Dêrikê 10.00 li Tirbespiyê 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Heyva Sor a Kurd bo boney Roja Cîhan yan Telasîmyyê dê li navenda xwe çalakiyekê li dar bixe. 10.00

Kongra Star ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pankartan daleqîne, 10.00. Meclisa Jinan a TEV-DEM`ê û Ofisa jinan ya Yekîtiya Rewşenbîran jî li Parka Xwendinê li Hesekê  panelekê li dar bixin. 14.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Wêjeyê li bajarê Qamişlo bi boneya Roja Zimanê Kurdî dê Filma Textê Reş bide nîşandan. 19.00. Her wiha li Tirbespiyê jî şahiyekê ji bo zarokan li dar bixe. Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê li navenda xwe ya li Qamişlo şevbêrka helbestan û imzekirina pirtûkan li dar dixe 19.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Parêzeran li Cizîrê dê der barê rakirina zimanê Kurdî ji armeyên koşkên edaletê li Qamişlo û Hesekê, çalakiyekê li dar bixe. 12.00. BI WÊNE Û DÎMEN