ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2026
6 sibat, 2026   02:00

Xelkê Çilaxa diyar kir ku êriş li ser hebûna wan tê kirin, ew dixwazin di destûrê de mafên gelê Kurd werin misogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinan diyar kir ku ji bo li Rojhilata Navîn aştî û aramî çêbibe, divê Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka şandeya Kurdî ku di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de hat avakirin, diyar kir ku şandeya ENKS’ê bêyî agahiya şandeya kurdî çû Şamê û got, helwesta yekalî zerarê dide yekrêziya kurdî. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîr û siyasetmendaran peymana 30’ê Çileyê wekî gaveke girîng ber bi parastina mafên pêkhateyan û rawestandina herkîna xwînê ve nirxand. Ji ber şerê medyayî jî hişyarî dan û banga xurtkirina yekrêziya Kurdî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Ajansa me rewşa malbatên ku bi darê zorê koçberî bajarê Amûdê bûne şopand. Zarokên koçber ên di bin kon û dibistanan de dijîn rûbirûyî zehmetiyên jiyanê yên dijwar in. BI WÊNE Û DÎMEN