Rêxistinan dijî binpêkirinên rejîma Îranê bang kirin

Dijî binpêkirinan rêxistinên mafê mirovan xwestin dozên binpêkirinan ji bo Dadgeha Suc ya Navnetewî werin şandin.

Rêxistinan dijî binpêkirinên rejîma Îranê bang kirin
17 kanûn, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zextên li ser çalakvanan dewam dikin, li hemberî binpêkirinan, 85 rêxistinên mafên mirovan, parêzer, aktivîst, rojnamevan, kesayetên olî, Komeleya Navneteweyî ya Bijîşk û Karkerên Bijîşkî, Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, Komeleya Şoreşger a Jinan û Tora Cîhanî ya Azadiya Girtiyên Siyasî ên Kurd û Îranî daxuyaniyek hevbeş belavkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Îran bi rêya êşkencekirina girtiyan, darvekirinên girseyî, bêdengkirina navneteweyî û sînordarkirinan, sucên dijî mirovahiyê dike. Ev yek bandorek nerênî li jiyana milyonan mirov dike û welatî ji edaletê bêpar dimînin. Divê civaka navneteweyî zimanek tundtir dijî Îranê bikarbîne, ev berpirsyartiyek exlaqiye, herwiha divê Neteweyên Yekbûyî ji bo berpirsyartiyê hemû hêza xwe bikarbîne û piştgiriyê bide saziyan. Di heman demê de dozên binpêkirinên mafên Mirovan bişîne Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.”