Konferansa Komînan a Kantona Firatê li dar ket

Komînên kantona Firatê bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina civaka demokratîk e" konferansa xwe li dar xist.

17 kanûn, 2025   14:56
KOBANÊ

Komînên kantona Firatê îro bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina civaka demokratîk e" konferansa xwe li hola Zanîngeha Kobanê li dar xist. Di konferansê de bi sedan hevserok û endamên komînan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, ciwanên şoreşger û rêxistinên jinan amade bûn.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berakat axivî û konferans li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê pîroz kir.

Berakat diyar kir ku girîngiya komînê gelekî heye û divê girîngî ji bo komînan were dayîn û wiha got: "Şoreşa me li ser neteweya demokratîk hatiye avakirin û em xwe li ser neteweya domokratîk bi rêxistin dikin û kar û xebatên xwe didin meşandin. Divê em komînên xwe jî gorî ku Rêber Apo ji me dixwaze em ji nû ve bi rêxintin bikin. Tişta ku ji me tê xwestin, divê em girîngiyê bidin komînan. "

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer derbarê rewşa siyasî bi awayekî berfireh axivî.

Piştî nirxandina siyasî endama Meclîsa Gelan a Kantona Firatê Sîham Hemo nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî komînan  xwend.

Ji rêveberên Meclisa Bajarê Sirînê Ehmed Mihemed jî rêziknameya komînan xwend.

Beşdarên konferansê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê girîngî ji bo komînan were dayîn û bibe cihê biryarê, ji bo ku karibin komînan ji nû ve li ser bingeha civakeke demokratîk ava bikin.

Di dawiya konferansê de encamname ji aliyê hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Firatê Roşîn Mehmûd ve hate xwendin.

Encamname bi vî rengî ye: “Komîn werin nûjenkirin û aktîfkirin. Ji bo hevserokên komînan û endamên komînan perwerde werin vekirin. Komîteyên komînan li gorî pêwîstiyan wan werin aktîfkirin. Amadekarî ji bo avakirina komîteyên jinan û beşên wê werin kirin. Roja Şemiyê roja komînê ye, her kes di wê rojê de dê biçe komîna xwe.”

(sş/k)

ANHA