’Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Sûriyeya siberojê nimûneyeke girîng e’
Siyasetmedarên li Reqayê destnîşan kirin ku Rêveberiya Xweser bersiveke pratîkî dide cihêrengiya li welat û qadek ji civakan re peyda kir ku bi azadî mafên xwe yên siyasî û civakî bikar bînin.
Piştî rûxandina rêjîma Baisê di 8’ê Kanûna 2024’an de li Sûriyeyê guherînin mezin çêbûn. Ezmûna Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek modeleke siyasî û îdarî derdikeve pêş.
Der barê mijarê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê Azad Berazî ji ajansa me re diyar kir ku Rêveberiya Xweser weke bersiveke pratîkî ya rewşa pirrengî û piralî ku di serdema berê hatibû paşguhkirin, hat avakirin.
Her wiha got: "Sûriyeyê welatekî pir etnîkî û pir mezhebî ye ku bi sîstema navendî ya hişk nayê birêvebirin. Rêveberiya Xweser cih ji bo her civakekê peyda kiriye ku nasnameya xwe ya taybet nîşan bike û di biryardanê de beşdar bibe, weke mafê fêrbûna bi zimanê dayikê û beşdarbûna di saziyên siyasî de. "
Berazî bal kişand ser wê yekê ku rûxandina rejîma berê kêşe û trajediyên mezin eşkere kir, bi taybetî li herêmên ku rewşa wan a ewlehiyê têk çûye û tevliheviya idarî lê heye û got, di vê navberê de, ezmûna Rêveberiya Xweser nîşan da ku ew bê cudahî garantorê rastîn ê mafên hemû gelê Sûriyeyê ye.
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Isir jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser pêkanîna rêgeza nenavendî bi pratîkî pêk aniye. Her wiha got, "Rêveberiya Xweser bêhtir nêzîkî welatiyan e, ji ber ku roleke rasteqîn di biryardanê de dide wan bi rêya komînan û meclisên gel, berovajî rejîma berê, ya ku bi navê nenavendîbûn derewîn navendîbûna hişk pêk tanî. "
El Isir her wiha got, "Di heft salên borî de, Rêveberiyê xizmetguzarî û şert û mercên jiyanê yên aram ji xelkê re peyda kirine, her wiha xelk tevlî biryargirtinê kirine, lewma ev ezmûn dibe modelek ku li seranserê Sûriyeyê bibe nimûne. "
Endamê Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê Xalid Berkel bal kişand ser aliyên civakî û beşdarbûnê di sîstema Rêveberiya Xweser de û behsa guhertina mezin a beşdarbûna jin û ciwanan kir.
Berkel got, "Em dixwazin hemû beşên civakê tevlê bikin û dengê vîna civakî xurt bikin, berevajî pergalên berê yên biçûkxistin û dûrxistinê." Berkel diyar kir ku çanda beşdarbûnê kevirê bingehîn ê sîstema Rêveberiya Xweser e.
Barkal diyar kir ku divê modela Rêveberiya Xweser ne tenê weke çareseriyeke herêmî bê dîtin, di heman demê de weke modeleke nîştimanî ku li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê were pêkanîn bê dîtin, bi taybet ji ber ku pêdivî heye ku sîstemeke siyasî ya demokratîk a ku rêzê li cihêrengiyê bigire û navendîbûna kevneşopî bişîkne, were avakirin.
(k)
ANHA