Li Bendava Tişrînê şer û pevçûnên giran: Bi dehan çete hatin kuştin

Li Bendava Tişrînê şerekî giran di navbera QSD û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû dide. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin.

Li Bendava Tişrînê şer û pevçûnên giran: Bi dehan çete hatin kuştin
10 kanûn, 2024   10:36
KOBANÊ

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji şevê din heya vê kêliyê bi dehan caran êriş li dijî bendava Tişrînê ya li Kobanê pêk anîn.

Şervanên QSDˈê bersiva êrişan didin û şerekî giran rû dide.  Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û hejmarek maşîneyên wan hatin rûxandin û gelek êrişên çeteyan hatin şikandin.

Şer bi dijwarî didome.

(bb)

ANHA