Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Efrînê bang kir

Rêvberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê şermezar kir û diyar kir ku tişka ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kir, li Efrînê jî dewam dike. Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Efrînê bang kir
18 adar, 2024   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê şermezar kir. Daxuyanî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi pêkvejiyana gelê Efrînê hate kirin û hat gotin: “Beriya sala 2018’an Efrîn nimûneya jiyana demokratîk bû ku tê de neteweyên Kurd, Êzidî û Ereb bi hev re bi rengekî azad û wekhev, bi çand û baweriya xwe dijiyan. Di encama berjewendiyên hêzên hegomonîk û bêdengiya hêzên navneteweyî de, Efrîn di d 18.03.2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Li hemberî êrişên hovane berxwedana gelê Efrînê heya dawî xwedî wate û dîrokî bû. Di berxwedana gel û şervanên azadiyê de YPG û YPJ’ê bi sedan berdelên giranbiha hatin dayîn. Bi sedan leheng û egîdan canê xwe ji bo ax û welatê xwe feda kir. Em di kesayeta şehîd Avesta Xabûr de, tevahî şehîdên Efrînê, şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha dewam kir: “Ev 6 sal bi ser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê re derbas bû. 6 sal zilm, îşkence, guhertina demografîk ku di nav de guhertina ol û bawariyê, kuştin, talana xwezayê, revandin, tecawiz, xirakirina cihên pîroz, hemû kiryarên derveyî exlaqê mirovahiyê, heya vê kêliyê dewam dikin. Di wateya tiştê ku DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk sala 2014’an li Şengal kir, îro li Efrîn heman kes û heman zîhniyet didome. Cîhan vê rastiyê dizane ku 6 sal e li Efrînê dagirkerî heye, ferman heye, duh Şengal bû, îro Efrîn e.”

Her wiha îşaret bi bêdengiya raya giştî a cîhanê hate kirin û hate gotin: “Bi taybet kesên xwe bi navê mafê mirovan bi nav dikin, saziyên ku xwe bi navê demokrasiyê bi nav dikin, çima vê rastiyê nabînin? Ger dibînin çima li hemberî dewleta Tirk nabin xwedî helwest. Her wiha li kêleka dagirkeriya heyî gelê Efrînê ku ji mecburî koçberî Şehba bû, rûxmî hemû zehmetiyan bi hêviya vegera ser xwe, warê xwe bi salane li berxwe didin. Lê car din dewleta Tirk rojane êrişî gel dike ku di encamê de bi sedan şehîd û birîndar çêbûne.”

Em dixawzin bi bîr bixin ku çawa sala 2014’an zarokên Efrînê berê xwe dan Şengal, di heman wextê de sala 2018’an zarokên Şengalê jî berê xwe dan Efrînê. Em wek civaka êzidî tu car van rojan ji bîr nakin, girêdana heyî bi xwînê hatiye ava kirin, ji ber vê rastiyê em dibêjin Şengal û Efrîn yeke. Em di wê baweriyê dene wê Efrîn bi berxwedana gelan di demek nêz de ji çeteyên hov bê rizgar kirin û gelê me wê vegere ser axa ejdadên xwe. Çawa di dîrokê de împaratoriya Osmaniyan hilweşiya û di roja îro de DAIŞ li Kobanê, Minbic, Dêrezor, Reqa û li Şengal şikest wê dawiya dewleta Tirk jî were.

Di dawiyê de em careke din şehîdên berxwedana serdemê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Her wiha Berxwdana gelê Efrînê li Şehba silav dikin. Em 6. Salvegera dagirkirina Efrînê bi tundî şermezar dikin. Li ser vî esasî em wek Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li mafê mirovan, hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derkevin. Dawî li dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan bînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.