TJK-E: Em agirê Newrozê gur bikin

TJK-E’ê diyar kir ku Em mîna 8’ê Adarê rengê berxwedanê li xwe bikin û li qadan bin,em ê pira berxwedanê ya ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê ava bikin. bang kir ku li qadên Newrozê agirê berxwedanê gur bikin.”

TJK-E: Em agirê Newrozê gur bikin
18 adar, 2024   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E’ê bang li jinan kir ku bi dilsoziya azadiyê berxwedan û têkoşînê mezin dikin û got: “Em Cejna Newrozê li gel û ciwanên xwe pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan îfadeya ji nû ve zindîbûna gelê Kurd e û got: “Tespît kir ku Kurdistan mêtingehek e û ji bo ku gelê Kurd ziman, çand, xwebûn û siberoja xwe bi dest bixe rêya jiyaneke azad vekiriye. Rêber Apo îro di bin tecrîdeke mutlaq û sîstemeke êşkenceyê de ye ku li cîhanê mîna wê nehatiye dîtin. Tevî vê yekê jî Rêber Apo li Îmraliyê pêşengiya gelekî kir û polîtîkayên qirkirin û bişaftinê ên dijmin pûç kir.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a faşîst û hêzên kapîtalîst ên li pişt, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd êrîş dikin û got: “Hat dîtin ku dema mijar dibe Kurd, peymanên navneteweyî çawa tên binpêkirin û dest ji pêkanînê berdin ti lêkolîn jî nayên kirin. Tecrîd û îzolasyona li dijî Rêber Apo, weke pêkanîneke ku li ti devera cîhanê û di ti deman de mîna wê nehatî dîtin, di rûpelên tarî yên dîrokê de cih girtiye. Ji raya giştî re hat îspatkirin ku li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Hêzên navneteweyî bi bêdengî û bê bertekbûnê bersiva hemû bang û çalakiyan dan. Tê xwestin ku li Bakur operasyonên siyasî, êşkenceyên li girtîgehan û dîl girtin weke parçeyekî polîtîkayên qirkirina gelê Kurd bê domandin.”

Di berdewama daxuyaniyê de Lê li dijî hemû polîtîkayên qirkirin û tunekirinê, jinên Kurd û gel bi berxwedaneke bi heybet têkoşînê her roj hîn mezintir dikin û dimeşînin. destnişan kir ku Tevgera azadiya Kurd li dijî van êrîşan dijmin li her qadê têk bir û berxwedaneke bê hempa raber kiriye.

Îro jin hîn zêdetir li dora Rêber Apo kom dibin û bi gotina, ‘Azadiya Rêbertiya me, azadiya me ye’ xwedî li pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ derdikevin û li her qadê pêşengiyê ji pêngavê re dikin. Em jin di serî de li Newroza Almanyayê ya 23’yê Adarê, wê li her devera Awropayê mîna 8’ê Adarê em ê rengê berxwedanê li xwe bikin û li qadan bidin. Em ê pira berxwedanê ya ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê ava bikin ku wê belavî hemû salê bibe. Li ser vî bingehî di serî de jin em bang li hemû gelê xwe dikin ku li qadên Newrozê agirê berxwedanê gur bikin.”