Li bejahiya Helebê şerê hêzên Şamê û çeteyên Enqereyê

Li gundewarên Helebê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de şerekî giran derket.

Li bejahiya Helebê şerê hêzên Şamê û çeteyên Enqereyê
18 adar, 2024   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên li devera Merat El Nesan û Xirbe Cidraya yên li rojavayê Helebê kir û şer derket.

SOHR’ê da zanîn ku di şer de berpirsekî koma çete ya bi navê "Lîwa Telha" ya girêdayî Tehrîr El Şam hatiye kuştin.

Hate diyarkirin ku hemwextî şer, çeteyên Tehrîr El Şam bi moşekên Grad û Katyûşa nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Kefer Xeleb, Xirbe Cedraya, Meraet El Nesan û Mîznar topbaran kirin. Hate ragihandin ku hêzên hikumeta Şamê jî bi obusên giran Merat El Erabîx a li rojhilatê Idlibê topbaran kiriye.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve di encamên şer û êrişên li “Herêma Bêçek" de hejmara kuştiyan derket 117 kesî û zêdetirî 52 kes birîndar bûne.

(bb)