Rêveberiya Kantona Firatê bang li gel û cîhanê kir:  Em rûmeta Kobanê biparêzin

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê destnîşan kir ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tehdît û metirsiyek mezin li ser Kobanê heye û ev bang li tevahiya gel û hemû hêzên azadîxwaz, cîhanî kir: “Em bang li gelê xwe, raya giştî ya demokrat, azadîxwaz, koalîsyona navnetewî û hemû mirovahiyê dikin; werin em bi hevre rûmeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin."

Rêveberiya Kantona Firatê bang li gel û cîhanê kir:  Em rûmeta Kobanê biparêzin
15 kanûn, 2024   11:28
KOBANÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê derbarê êrîş û metirsiyên dewleta Tirk ên li Kobanê û tevahiya herêmê de daxuyaniyek da. 

Daxuyanî li Qada Jina Azad bi beşdariya rêveber û endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û rêxistinên civakî hat dayîn.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevserokê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Mamoste Egîn Nasiro, bi zimanê Erebî jî ji aliyê Endama Komîteya Pêwendiyan a PYD`ê Leyla Ehmed ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em her kêlî amade ne ku ji bo çareseriya mayinde ya hemû pirsgirêken Suriyeyê bi riya diyalogê kar bikin da ku hemû gelên li Suriyeyê jiyan dikin bikarin bi awayekî azad û aram bi hevre bijîn.

Wek Rêveberîya Xweser a Kantona Firatê, parti û saziyên rêveberîya xweser dibêjin ji bo her cure çareseriyê em amade ne.

Di wan çend rojên dawiyê de erîşen berfireh ên li ser axa Suriye, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bênavber didomin. Bi taybetî li dijî gelê me yê li Şehba û Minbicê bi alikariya dewleta Tirk a dagirker êrişên dijmirovî pêk hatin. Gelek jin, zarok û pir-kal hatin qetilkirin. Bê guman ev êriş li ber çavên hemû cihanê pêk hatin. Gelek dimenên bi êş derketin pêş. Serjêkirin, însan şewitandin, îşkencekirin û her cure kiryarên dijmirovi pêk hatin.

Li hemberî wan êrîşên dermirovî, şervanên QSD, YPJ û meclisên leşkerî bersivên tund dan dagirkeran, berxwedanek bêhempa nîşan dan. Gelek şervanên me bi qehremanî şehîd ketin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafiran û her cure teknikê destê xwe li pişta çeteyên xwe xist û bi awayekî hovane berê wan dan ser gelên herêmê. Li Şehba, Minbic, Eyn Îsa û gundewarên Kobanê komkujî çêkirin.

  Armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelên herêmê ye, dagirkirina Rojavayê Kurdistnanê ye, ev xeyala dewleta Tirk a qirker e. Bi taybetî ne tehmulkirina dagirkeran a ji bo rêveberiya xweser, bi salane di rojeva dewleta Tirk a dagirkerde ye.

19’yê Tirmehê şoreşa gelan li Kobanê dest pê kir, her wiha êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê li vir hatin şikandin û vê yê ziravê Erdoxanê faşîst qetand. Lewma di her gotinê de tehditên ser Kobanê di rojeva dagirkerande ye. Kobanê bûye sitriya çavên wan.

Di van kêliyan de tehdît û metirsiyek mezin li ser Kobanê heye. Lê em dibêjin bila raya giştî zanibe ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê bi destê şervanan hate tunekirin û mirovahiyê henase girt, lewma cîhan deyndarê şervan û gelê Kobanê ye. Dem dema xwedî derketina li Kobanê ye.

Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokrat, azadîxwaz, koalîsyona navnetewî û hemû mirovahiyê dikin ku werin em bi hevre rûmeta mirovahiyê li Kobanê  biparêzin."

Daxuyanî bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” bidawî bû.

 (sş/a)

ANHA