Li Îranê Hunermendek û du mûzîkjenan hatin binçavkirin

Parêzer Mîlad Penahî Pur da zanîn ku Persitu Ehmedî û du mûzîkjen ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Li Îranê Hunermendek û du mûzîkjenan hatin binçavkirin
15 kanûn, 2024   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Mîlad Penahî Pur diyarkir ku duh hunermend Persitu Ehmedî û mûzîkjen Îhsan Beyrexder û Suhêl Feqye Nasrî, li parêzgeha Mazinderan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Mîlad Penahî da zanîn ku hunermend Persitu Ehmedî ya xelkê bajarokê Nuşehrî ya ser bi parêzgeha Mazinderan, di 13’yê Kanunê de li parêzgeha İzd tevlî konserê bibû. Mîlad got ku Persitu Ehmedî di konserê de bê perûş derketibû û strana ‘Xwîna ciwanên gel’ gotibû.

Hêjayî gotinê ye di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hunermend Peristu Ehemdî strana ‘Xwîna ciwanên gel’ pêşkêşî xwepêşanderan kiribû û di sala 2023’yan de jî ji ber stranê gilî lê hatibû kirin.