Rêveberiya Kantona Cizîrê, saziyên jinan û partî tevlî seferberiyê bûn

Endamên Rêveberiya Kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên civakî tevlî seferberiyê bûn.

5 sibat, 2025   14:15
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê têkildarî seferberiya ku 1`ê Kanûna 2024`an ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû îlankirin, li Çerxerêya Şehîdan a Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn, bi zimanê Erebî ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîvyan Osê ve û bi Kurdî ji aliyê Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Talat Yunis ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê ev 2 meh e berxwedaneke dîrokî berdewam dike, di heman demê de têkoşîna li dijî DAIŞ`ê jî didome û wiha hat gotin:

“Bi destê ciwanên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Tirkmen, Çeçen, Çerkes û hemû gelên ku ji pergala neteweya demokratîk bawer dikin, berxwedaneke biheybet tê meşandin. Roj bi roj di vê bîr û baweriyê li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, bi wê berxwedanê çeteyên DAIŞ`ê têk birin wê çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin.

Hemû gelên cîhanê, gelên li herêmê û hêzên li Rojhilata Navîn di vê dema çarenûsî de pêwîst e ne tenê temaşe bikin, divê helwesta xwe diyar bikin. Li beramberî bermahiyên DAIŞ’ê û kontrola Tirkiyeyê û çeteyên talanker û tecawizkar.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 2 meh e li bendava Tişrînê di nava berxwedaneke herî birûmet de ne. Vîna mirovahiyê li ser Bendava Şehîdan tê temsîlkirin û roj bi roj gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dorveger berê xwe didin bendavê û tev li nobeta li wir dibin.

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku yekser mirovên sivîl dikin hedef, hêrs û kîna gel zêdetir dibe. Jixwe tevahî welêt di nava şer û gengeşeyên pir mezin de ye û rojane bi çavên xwe dibînin ku dewleta Tirk çawa li hemberî jin, zarok û tevahî civakê şerekî tundraw û bêrehm pêk tîne. Di encama şerê heyî de gelek windahî hene û ji niha û şûn ve jî dibe ku windahî çêbibin. Lê ya girîng ew e ku em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr bin û bigihînin serkeftinê.

Di dawiyê de em tevahî gelên Sûriyeyê yên têkoşer û azadîxwaz silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin. Bi taybetî em gelên xwe yên çalakvan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hurmet silav dikin û çalakiyên wan pîroz dikin. Ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.

Em wek Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û partiyîn siyasî, tevgerên jinan û saziyên civaka sîvîl û komeke hevalên xwe tev li seferberiya giştî dibin û diçin nava refên QSD’ê. Ev erka me hemû welatiyan û rêveberan e.

Her wiha wek  gel û ciwan di vê wexta dîrokî de divê em xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin, banga me ew e ku her kes tev li QSD’ê bibe û rûmet û pêşeroja xwe biparêze.”

(ekîb)

ANHA