Rêveberiya HTŞˋê balafirgeha Hemayê girtîgehek nû kir

Rêveberiya HTŞˋê Girtîgeha Sekene ya li hundirê balafirgeha leşkerî ya Hemayê nû kir û heta niha 133 kesên ku piranî ji hêzên rejîmê berê ne birine wir.

Rêveberiya HTŞˋê balafirgeha Hemayê girtîgehek nû kir
20 ÇILE, 2025   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOR) diyar kir ku Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Girtîgeha Sekene ya li hundirê balafirgeha leşkerî ya Hemayê nû kir û heta niha 133 girtiyên ku piranî ji hêzên rejîma berê ne birine wir.

SOHRˋê diyar kir ku li girtîgehên Edra, Hema û Harim zêdetirî 9 hezar efser û endamên hêzên leşkerî yên rejîma berê girtî ne û malbatên girtiyan banga aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe dikin.

(fr)