Rejîma Îranê Nasir Bekirzade û girtiyekî din bi dar ve kirin

Rejîma Îranê girtiyê Kurd Nasir Bekirzade û girtiyekî din ê siyasî bi dar ve kirin.

Rejîma Îranê Nasir Bekirzade û girtiyekî din bi dar ve kirin
2 gulan, 2026   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera nûçeyan a Mîzan ku girêdayî desthilata Îranê ye, der barê darvekirina 2 girtiyên siyasî de agahî parve kirin.

Li gorî malperê danê siharê Yequb Kerîmpûr û Nasir Bekirzade ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Nasir Bekirzade (26) ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Bekirzade berî çend rojan di nameyeke deng de tevî redkirina tohmetan, daxwaza piştgiriyê ji raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kiribû û der barê metirsiya bicihanîna bilez a ceza de hişyarî dabû.

Yaqub Kerîmpûr jî Yarsan e û xwedî pêdiviyên taybet bû. Kerîmpûr di 16’ê Hezîrana 2025’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve li Miyandabê hatibû destgîrkirin. Cezayê darvekirinê jî ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû erêkirin.

Ji destpêka şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de rejîma Îranê bi giştî 25 girtî bi dar ve kirine.