DYA dê 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne

Pentagonê ragihand ku ew bi niyet e di salekê de nêzîkî 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne.

DYA dê 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne
2 gulan, 2026   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya DYA'yê (Pentagon) niyeta xwe ya vekişandina nêzîkî 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê ragihand.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell bi daxuyaniyeke fermî got tê payîn ku pêvajoya vekişandinê de ku nêzî ji sedî nêzî 15’ê tevahî hêzên amerîkî yên li Almanyayê (hejmara wan 36 hezar e) heta 12 mehan biqede.

Di rojên dawîn de Donald Trump îhtîmala kêmkirina hejmara leşkerên amerîkî yên li Almanyayê anîbû ziman.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz beriya demekî gotibû "Amerîkî xwedî stratejiyeke zelal li hemberî Îranê nîn in. Tehran mezintirîn hêza cîhanê rûreş dike."

Trump jî nerazîbûn nîşanî van daxuyaniyan dabû û gotibû dibe ku ew hêzên xwe li Almanyayê kêm bikin.

DYA'yê li gel zextên leşkerî, bacên heta ji sedî 25 li ser hawirdekirina wesayîtên ewropî li şîrketên almanî ferz kiribû.

Donald Trump li Oval Ofîsê daxuyanî da rojnamevanan û anî ziman ku hebûna leşkerî ya DYA'yê ya li Ewropayê di ber çavan re derbas kiriye û dibe ku hejmara leşkerên xwe yên li Îtalya û Spanyayê kêm bike. Trump got "Dibe ku ez vê bikim, çima nekim?" û îdia kir ku van welatan di şerê Îranê de piştgirî nedaye Washingtonê.

Nûnertiya Yekitiya Ewropayê li Washingtonê ji AFP'ê re gotibû hebûna hêzên DYA'yê li Ewropayê xizmeta berjewendiyên DYA'yê jî di operasyonên wê yên cîhanê de dike.

(bb)