Zirar li 16 baregehên DYA’yê bûye

Tora CNN ragihand ku li 8 welatan herî kêm 16 baregehên leşkerî yên DYA’yê ji ber êrişên Îranê zirar dîtiye.

Zirar li 16 baregehên DYA’yê bûye
2 gulan, 2026   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora CNN a amerîkî bi raporekê ragihand ku ji destpêka şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîl û Îranê (28 Sibat 2026) ve, li 8 welatan herî kêm 16 cihên leşkerî yên DYA’yê ji ber êrişên Îranê zirar dîtiye. Torê diyar kir ku hin baregeh êdî ji bo bikaranînê guncaw nîn in.

Tora navborî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî agahdar, da zanîn ku derbeyên li dijî baregehên DYA'yê di cih de bûn. Torê her wiha li ser zimanê endamekî Kongreya DYA'yê ragihand ku "Îranê pergala radarê, her wiha tesîsên herî bibandor û biha kirin hedef. Piraniya tesîsên hatine hedefkirin jî baregehên leşkerî ne.”

Li gorî CNN'ê, ji wêneyên ku bi rêya peykan hatine kişandin diyar dibe ku êriş li pergalên radarê yên pêşkeftî, alavên ragihandinê û balafirên li baregehên DYA’yê têne kirin. Her wiha hate gotin, gelek ji van armancan biha ne û guhertina wan zehmet e.

Li gorî raporê, hin cihên hatine hedefkirin ev in: Balafirên keşfê yên E-3 Sentry ên li Baregeha Hewayî ya Emîr Sultan a li Erebistana Siûdî, tesîs û alavên ragihandinê yên li Kampa Erîfcan a Kuweyt, pergalên radarê yên li Baregeha Hewayî ya Muwefeq Saltî ya li Urdunê.

Di raporê de hate gotin, hevalbendên DYA’yê li herêmê bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Hate diyarkirin ku Îranê nîşan daye ku hebûna amerîkî ji bo ewlehiya Kendavê girîngtir dike. Di heman demê de aşkera kir ku baregehên amerîkî ku berê wek "keleh" dihatin hesibandin, bûne armancên hêsan.

Di raporê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku di nûçeya Financial Times de hatiye diyarkirin ku Îranê di sala 2024'an de peyka 'TEE-01B' a Çînê bi dest xistiye ku wêneyên baregehên DYA’yê bi kalîteyeke bilind nîşan dane.

(bb)