Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li jinekê birî

Leyla Ebulhusnî ya 43 salî û dayîka du zarokan, ji ber kişandina dîmenan li firoşgehek hat girtin û bi tohmeta ‘dijminatiya li dijî Xwedê’ cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li jinekê birî
27 tebax, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên hatine weşandin, Leyla Ebulhusnî yek ji wan kesên ku di xwepêşandanên destpêka vê salê de li Îranê hatine girtin e. Li bajarokê Şahîn Şehr ê Îsfahanê, bi tohmeta “dijminatiya li dijî Xwedê” (Miharebe) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Li gorî agahiyan, Leyla Ebulhusnî îtiraza biryarê kiriye û dosyaya wê niha li benda nirxandina Dadgeha Bilind e.

Leyla Ebulhusnî ya 43 salî ku dayîka du zarokan e, dema ku li firoşgeheke “Ofoq Koroş” dîmen dikişandin hatibû girtin. Doza wê di Gulana borî de li Daîreya 5’an a Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê, bi serokatiya Dadwer Wehîd Hemmat Nejad hat dîtin û dadgelê cezayê darvekirinê lê birî.