Malbatên şehîdan: QSD‘ê gelên herêmê parastin

Malbatên şehîdan ên ji bajarê Girkê Legê diyar kirin ku QSD‘ê gelên herêmê parastin û gotin, divê mafê û destkeftiyên gelê Kurd werin mîsogerkirin.

Malbatên şehîdan: QSD‘ê gelên herêmê parastin
28 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Malbatên şehîdan ên ji bajarê Girkê Legê ya herêma Cizîrê diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di şerê li hemberî DAIŞ‘ê û ji di rêya parastina pêkhateyên herêmê de bedelên giran dane û got, divê mafên Kurdan û destkeftiyên ku bi saya QSD‘ê hatine bidestxistin werin parastin.

Hisên Haco anî ziman ku QSD‘ê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê hat avakirin, her wiha îşaret bi rola YPJ û YPG‘ê di şerê li  dijî rêxistinên terorîst û bedelên ku ji oxira parastina herêmê de dane kir,

Haco got, gelên herêmê di salên şer de gelek şehîd û birîndar dan, ji ber van bedelên îro gelê herêmê di nava ewlehî û aramiyê de ne, malbatên şehîdan dê keda zarokên xwe ji bîr nekin.

Haco da zanîn ku QSD‘ê ji dema damezirandinê ve hemû pêkhate; Kurd, Ereb, Suryan û yên din hembêz kirin, beşdariya van pêkhateyan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê jêdera serferaziyê ji bo gelê herêmê ye.

Hisên Haco di dewama axaftina xwe de desntîşan kir ku gelê Kurd şer naxwaze, lê aştî û xwişk û biratiya gelan dixwaze. Her wiha got, divê mafên Kurdan werin mîsogerkirin û destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin werin parastin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Zehra Mûsa bi bîr xist ku şervanên QSD‘ê, Kurd, Ereb, Suryan û Erman parastin û wiha domand: "Bi saya fedakariyên ku QSD‘ê dane gelên herêmê di nava ewlehî û istiqrarê de ne. Malbatên şehîdan dê bi maf û destkefiyên zarokên xwe ve girêdayî ne û şehîdên xwe ji bîr nakin."

Her wiha got, divê di qonaxa bê de maf û destkeftiyên gelê Kurd û malbatên şehîdan werin mîsogerkirin û hêvî kir ku pêvajoya bê bibe pêvajoya aştî û aramî li Sûriyeyê.

Hêvîn Ehmed a ku bavê wê şehîd e jî da zanîn ku QSD‘ê ji bo parastina herêmê û gelên wê ji êrişan hat avakirin, bedelên ku şervanan dane hişt ku şênî bi nasname û mafên xwe bijî.

Her wiha îşaret pê kir ku bi saya şervan û şehîdên QSD‘ê gelê herêmê bi ziman û nasnameya xwe û mafên xwe dijîn û rola jinan pêş ketiye û got, malbatên şehîdan bedelên ku QSD‘ê dane ji bîr nakin.

Hêvîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de xwest mafên gelê Kurd di qonaxa bê de werin parastin û got, parastina maf û destkefityan xwedîderketina li şehîdan û aştî divê sernavê qonaxa bê be.

(bb)

ANHA