Li parêzgeha Hesekê firine sekinîne

Li parêzgeha Hesekê piştî biryara Rêveberiya Aşan a redkirina dan û stedina bi pereyên kevin ên Sûriyeyê re, firine sekinîne.

Li parêzgeha Hesekê firine sekinîne
27 tebax, 2026   15:13
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Rêvebeberiya Aşan a girêdayê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê firotina ard bi pereyên kevin red dike û ji xwediyên firinan dixwaze ku pereyên nû an jî bi rêya bernameya“Sham Cash” bidin. Lê ji ber ku pereyên nû hema bêje li sûkên parêzgehê, ard nayê belavkirin, di encamê de bi dehan firine naxebitin. 

Der barê mijarê de serokê Yekitiya Firinan a Bajarê Qamişloyê Îsmaîl Derwîş ji ajansa me re diaxive.

Îsmaîl Derwîş da zanîn ku pirsgirêk ne girêdayî xwediyê firinan e, lê Rêveberiya Aşan firotina ard bi pereyên nû û yan jî bi rêya bernameya “Sham Cash” tenê qebûl dike.

Îsmaîl Derwîş diyar kir ku pereyên nû li sûkan peyda nabin, ji ber vê yekê ard nayê belavkirin û firine jî sekinîne.

Derwîş destnîşan kir ku belavkarên nan ên li Hesekê pereyên ku ji wan re hatine dayîn bi rêya Rêveberiya Genim a Qamişloyê didin û got, tevî ku wan serî li aliyên têkildar dane, lê ard bi dest nexistin.

Îsmaîl Derwîş bi bîr xist ku ev pirsgirêk berî demekê jî derketibû, lê piştre hat çareserekirin û wiha domand "Pirsgirêk îro dîsa derket. Aliyên têkildar ji bo çarserkirina vê pirsgirêkên hewldanên xwe dikin. Soz hatine dayîn di du rojên bê de were çareserekirin."

Îsmaîl Derwêş da zanîn ku pirsgirêka nan ji bo şêniyan pirsgirêka herî mezin e, bi taybet di demekê de ku pereyên nû li bajêr tune ne.

Îsmaîl Derwêş diyar kir ku wan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê peywendî bi Rêveberiya Herêma Qamişloyê re jî çêkirine ku vê mijarê dişopîne re û destnîşan kir ku Rêveberiya Yekitiya Firinan jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê dixebite.

Rêveberiya Genim a bajêr da zanîn ku biryara redkirina dan û stendina bi pereyên kevin ji hêla Rêveberiya Aş ve, li ser esasê biryara Banka Navendî hatiye.

(sb)

ANHA