Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li boksorekî birî

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li şampiyonê hunerên şer Benyamin Naqdi yê ji Şîrazê birî.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li boksorekî birî
31 gulan, 2026   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Îranê 3’yê Çileyê boksor Benyamin Naqdi bi hinceta tevlî çalakiyan bûye, girt. Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê bi îdiaya “xirabî kiriye” cezayê darvekirinê li Naqdi birî.

Parêzerê Naqdi, Mostafa Nili ragihand ku ew ê îtîrazê biryarê bikin. Nili anî ziman ku biryar wê di nava demê qanûnî de, li Dadgeha Bilind a Îranê were temyîzkirin.