Meteorek li ser DYA‘yê teqiya

NASA‘yê ragihand ku meteorek bi hêza 300 ton TNT li ser bakurê rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê teqiya.

Meteorek li ser DYA‘yê teqiya
31 gulan, 2026   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) duh ragihand ku meteorek li ser bakurê rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) teqiya. 

Ajansê diyar kir ku teqîna meteorekê çend deverên niştecihbûnê hejand û tirsek di nav niştecihan de çêkir.

NASA‘yê da zanîn ku goga agir li ser bakurê rojhilatê eyaleta Massachusetts û başûrê rojhilatê eyaleta New Hampshire ji hev ket û agahî dan ku hêza teqînê bi qasî 300 ton TNT bû.

Li gorî ajansê, meteorek xwezayî bû, berî ku li hewayê hilweşe, bi leza ji 120 hezar kîlometre di saetekê de û li bilindahiya nêzîkî 64 kîlometreyan difiriya.

(bb)