Daîreya Ragihandinê: Li pey lîstok û planên li dijî gelê Sûriyeyê nekevin

Daîreya Ragihandinê destnîşan kir ku di demên dawîn de bi piranî jî li ser medyaya dîjîtal li hember gelê Sûriyeyê lîstokên nû têne kirin û bang li rojnamevan û dezgehên ragihandinê kir ku li hember wan lîstok û planan hişyar bin.

Daîreya Ragihandinê: Li pey lîstok û planên li dijî gelê Sûriyeyê nekevin
10 adar, 2025   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, di Adara 2011`an de, heta şerê li dijî torîzma DAIŞ`ê û heta hilweşandina rejîma Baasê ya desthilatdar, çapemeniyê roleke girîng lîst. Hin alî bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê hewl didin vê rola dîrokî û wêneyê çapemeniya li Sûriyeyê bi rêya propaganda û piştgiriya hin ajindeyên derve yên dijberî gelê Sûriyeyê û armancên şoreşa wî, berovajî bikin.

Her wiha hin çêkerên naverokê yên bi pere û qels li ser toreyên medyaya dîjîtal bi rêya axaftinên xwe hewl didin ji bo berjewendiya aliyên ku armancên wan li Sûriyeyê, rastiyan berovajî bikin.

Em Daîreya Ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema ku em îşaretê bi rola girîng a rojnamevan û dezgehên çapemeniyê di derxistina rastiyan û aşkerakirina bûyerên veşartî de dikin, em teqez dikin ku em ê li hember hemû rojnamevan û dezgehên ragihandinê yên ku siyasetên teşwîq û cudabûnê û hewldana pêxistina agirê nakokî û mezhebperestiyê wek nêzîkatiya xwe digirin, helwestekê nîşan bidin. Ji ber ku ew wêneya rojnamegeriyê û peyama wê ya bilind, berovajî dikin.

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû rojnamevan û dezgehên ragihandinê dikin ku li pey lîstok û planên li dijî gelê Sûriyeyê nekevin. Di karê xwe de xwedî ruhê berpirsyariya nîştimanî bin û dûrî zimanê gef û îxanetê bikevin û siyasetên teşwîq û tawanbarkirina mezhebî bikevin. Ji ber ku xwedî giyanên lawaz hewl didin gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û mezhebên wê tune bikin û bi vê yekê xizmeta ajindeyên derve dikin.

Her wiha em diyar dikin ku rojnamevan û dezgehên ragihandinê ku van kiryaran bi kar tînin, li gorî qanûna ragihandinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê biryar li dijî wan werin girtin. Ji ber pêwîstiya welatê me Sûriyeyê bi hemûyan heye da ku em ji bo avakirina Sûriyeke yekgirtî û demokratîk, yek dest bin.”