Rejîma Îranê 4 welatiyên Kurd girtin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, hêzên rejîma Îranê di çarçoveya pêla girtin û binçavkirina çalakvan û welatiyên Kurd ên tevlî Newroza îsal bûne de, 4 welatiyên din ên Kurd li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê girtin.

Rejîma Îranê 4 welatiyên Kurd girtin
12 gulan, 2024   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, di çarçoveya pêngava girtina çalakvan û welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê de, hêzên rejîma Îranê li bajarê Şino, Sayîn Qela yên ser bi parêzgeha Urmiye 4 welatiyên Kurd ên bi navên Luqman Hacî Xuş, Salar Beygî, Elî Şîrî û Nasir Muradî binçavkirin.

Li gor heman nûçeyê, ji destpêka meha Gulanê ve hejmara welati û çalakvanên ku ji aliyê hêzên Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin û binçavkirin gihiştiye 32 kesan.

Hat gotin sedemê girtin û binçavkirina welatiyên Kurd ji ber tevlîbûna merasîmên Newroza îsal pêk tê.