‘Ramanên Rêbertî ji bo têgihaştina rewşa heyî referansên bingehîn in’

Endamên Kongra Star destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo têgihîştina rewşa heyî referanseke fikrî ya bingehîn in.

‘Ramanên Rêbertî ji bo têgihaştina rewşa heyî referansên bingehîn in’
‘Ramanên Rêbertî ji bo têgihaştina rewşa heyî referansên bingehîn in’
‘Ramanên Rêbertî ji bo têgihaştina rewşa heyî referansên bingehîn in’
‘Ramanên Rêbertî ji bo têgihaştina rewşa heyî referansên bingehîn in’
‘Ramanên Rêbertî ji bo têgihaştina rewşa heyî referansên bingehîn in’
7 hezîran, 2025   03:45
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Endamên Kongra Star diyar kir ku analîzên Rêber Abdullah Ocalan ji bo fêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn û siyasetên dûrxistinê yên ku li dijî jin û civakan têne meşandin, jêdereke fikirî ya girîng in.

Endamên Meclisa Kongra Star a bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê her pêncşem li navenda xwe kom dibin û Parêznameya 5’an a bi sernavê "Parastina Kurdên di Nava Pencên Qirkirina Çandî de/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" ya Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

Sara Ehmed ku cihê xwe di şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan de digire, got: “Em jin ji bo ku em rola xwe ya rasteqîn vegerînin, divê desptêkê em rewşa ku em tê de dijîn nas bikin. Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hêza fêmkirin, analîz û rêxistinbûyînê da me. Ev parêzname alaveke bîrdozî ye ku di têkoşîne me ya fikirî ya li hemberî pergalên bavikslar û desthilatdariyê de dibe alîkar.”

Fatima Rustem jî anî ziman ku xwendina wan a analîzên Rêber Abdullah Ocalan rojane bandorê li rewşa wan dike û wiha pê de çû: “Sîstema navendî ji bilî komkujî û wêrankirinê tiştekî din bi xwe re nayne, lê neteweya demokratîk rûmeta gelê xwe diparêze, statuya jinan di civakê de bilind dike. Koka krîzên ku îro tên serê me, zîhniyeteke neexlaqî ye. Ev krîz tenê bi rêya Rêbertî dê werin fêmkirin û çareserkirin."

(bb)

ANHA