Hêzeke din a Îsraîlê derbasî Quneytirayê bûn

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî herêma Ebû Qibês a gundewarê Quneytirayê bû. Li hemberî vê destwerdanê desthilata Şamê bêdeng e.

Hêzeke din a Îsraîlê derbasî Quneytirayê bûn
6 hezîran, 2025   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê careke din pîvan û peymanên navneteweyî binpê kirin û derbasî gundewarê Quneytirayê bû.

SOHR'ê diyar kir ku 5 wesayîtên leşkerî bê ku bi sivîlan re têkildar bin, derbasî herêma Ebû Qibês a bajarokê Kodene bû û rewşeke tevliheviyê li herêmê û di nav niştecihên herêmê de derxist.

Ev destwerdan beşek ji kiryarên Îsraîlê yên li dijî serweriya Sûriyeyê ye ku gelek car in derbasî xaka Sûriyeyê dibe.

Duh jî SOHR'ê ragihand ku hêzeke leşkerî derbasî gundê Mejdûliya yê heman herêmê bû. Li hemberî van kiryaran gumanên li ser pêşeroja herêmê û aramiya wê zêde dibin.