QSDˋê li Şedadê bi ser şaneyeke DAIŞˋê de digire

Yekîneyeke QSDˋê li gundewarê bajarê Şedadê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser şaneyeke çeteyên DAIŞˋê de digire.

QSDˋê li Şedadê bi ser şaneyeke DAIŞˋê de digire
7 kanûn, 2024   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) agahiyên bi serdegirtina şaneyek ji çeteyên DAIŞˋê li gundewarê bajarê Şedadê ji hêla yekîneyeke hêzên wan ve parve kirin. 

Li gorî agahiyên navendê parve kirine, hêzên QSDˋê bi ser şaneyeke rêxistina DAIŞˋê ya ku êrişeke terorane li dijî erebeyeke Hêzên Xweparastinê pêk aniye de girt. Di encama êrişa çeteyan de 4 şervan li gundê Xiwêberê yê rojhilatê bajarê Şedadê yê başûrê Hesekê şehîd bûn.

(fr)

ANHA