QSD: Li Zirganê 4 çete hatin kuştin

QSD′ê di operasyonekê li gundewarê navçeya Zirganç de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker kuştin.

QSD: Li Zirganê 4 çete hatin kuştin
6 kanûn, 2023   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 çete hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çarçoveya operasyonên bersivdana rewa û xweparastinê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hêzên me QSD′ê duh, saet 14:30′an erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Til Mihemed ê girêdayî navçeya Zirganê ya bakurê Hesekê hedef girt, di encamê de 4 çete hatin kuştin û erebeya wan hate rûxandin.

Hêzên me, beriya operasyonê tevgerên çeteyan şopandin ku wan amadekariya êrişên li dijî herêm û nuqteyên hêzên me dikirin.

Em ê bersivê bidin tevahî êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û li gorî qanûn û pergalên navneteweyî yên xweparastin û parastina herêmên xwe li dijî tevahî êrişan tev bigerin."

(fr)