QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Şervanê QSD’ê Mazlûm Qamişlî (Basil Lorans El Hiso) ê li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê di êrişa çeteyan de birîndar bibû, şehîd bû.

QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
20 gulan, 2024   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta Mazlûm Qamişlî (Basil Lorans El Hiso) de daxuyaniyek nivîskî weşand.

 QSD`ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: "Hevalê me Mazlûm û hejmarek hevalên din li hember êrişa terorîst a li dijî deriyê sereke yê nuqteya leşkerî li ber xwe dan û nehiştin terorîst bikeve nuqteyê. Terorîstê êrişker xwe di erebeya tê de teqand. Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 7 din jî birîndar bûn. Hevalê me Mazlûm jî di nav birîndaran de bû, şehîd bû.

 Em sersaxiyê ji malbata hevalê xwe yê şehîd û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Em tola şehîdên xwe ji wan terorîstan û kujeran hilînin. Hêzên me serçeteyê û berpirsê êrişa terorîst tune kir. Her wiha operasyonên me yên li dijî wan dê berdewam bikin ta ku em herêmên xwe ji terora wan xilas bikin."

 Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

 Nasnav: Mazlûm Qamişlî

 Nav û paşnav: Basil El Hiso

 Navê dayIkê: Necle El Hiso

 Navê bav: Lorans

 Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dolawiye- sala 1995

 Cih û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Sarya-Hesekê-18-Gulana 2024"

 )şx)