QSDˋê hişyarî da bermahiyên rejîma Baasˋê yên li Dêrazorê

QSDˋê soz da ku ew ê bi awayekî tund bersivê bide bermahiyên rejîma Baasˋê yên ku êrişî bajarokên Zîban û Teyanê kirine û kiryarên talaniyê pêk anîne.

QSDˋê hişyarî da bermahiyên rejîma Baasˋê yên li Dêrazorê
20 ÇILE, 2025   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê êvarê der barê êrişên dijî bajarokên Zîban û Teyanê ji hêla bermahiyên rejîma Baasˋê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin şaneyên ji bermahiyên rejîma Baasê ya berê û milîsên Dîfa El Wetenî kiryarên xwe yên talaniyê li bajarokên Zîban û Teyanê yên rojhilatê Dêrazorê dewam kirin. Milîsan rêya sereke girtin û êrişî baregehên ewlehî û saziyên xizmetguzariyê kirin.

Li gorî navendê, armanc ji êrişan ew e ku derbe li jiyana welatiyan bidin, alozî û bêîstîqrariyê li herêmê pêk bînin. Navenda QSDˋê diyar kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê dê bi hemû hêza xwe li hember wan hewldanan tev bigerin, bi ser wan de bigirin, bigirin  û radestî edaletê bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên QSDˋê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî wê xebatên xwe yên hevbeş bidomînin û bi rêbazên guncaw dan û standinê bikin û derfetê nedin şaneyên DAIŞˋê ku tev bigerin.

Di dawiya daxuyaniya QSDˋê de hat gotin ew hişyariya xelkê Dêrazorê û hevkariya wan bi hêzan re silav dikin û diyar kir ku ewlehiya Dêrazorê xeta sor e û dê bi ser her kesên hewl bidin zirarê bigihînin herêmê de bigirin.

(fr)

ANHA