Koçberên kantona Efrîn û Şehba: Rêya vegerê berxwedan e

Koçberên Efrînê yên li kantonên Reqa û Tebqayê, bi boneya salvegera 7ˋemîn a destpêkirina êrişên dijî bajarê Efrînê ve, di du çalakiyên cuda de soza domandina berxwedanê heta rizgarkirina tevahî xaka dagirkirî da.

20 ÇILE, 2025   19:43
REQA

Koçberên kantona Efrîn û Şehba yên koçberî Tebqayê bûne û xelkê kantona Tebqayê bi boneya salvegera 7ˋemîn a êrişên li dijî Efrînê meşek li dar xist.

Meş ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi hildana alên QSDˋê û YPJˋê û pankartên "Dema rizgarkirina Efrînê nêz e" hat destpêkirin.

Li qada bajarê werzîşê meş vegerî mîtîngê. Li wir Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Ferîde Îbo axivî û got: "Em 7 sal in li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker îsrara me ya rizgarkirin û vegera li Efrînê zêde dikin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqa Ehmed El Omer fedakarî û berxwedana xelkê Efrînê silav û pîroz kir û diyar kir ku ew li hember êrişên dagirkeran û têbkirina wan hevgirtî ne.

REQA

Girêdayî heman mijarê, koçberên kantona Efrîn û Şehba û xelkê kantona Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Dibistana Hewarî Bomedîn hat dayîn û ji hêla hevserokê Meclisa Gelan a kantona Efrîn û Şehba Îmad Dawûd û berdevka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehba Efrah Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin û hat destnîşankirin ku koçberên Efrînê li herêmên koçberê bûne berxwedanî û rêgeza neteweya demokratîk hilbijartin.

Her wiha di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên hiqûqî hat kirin ku li hember herêmê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk li herêmên bakurê Sûriyeyê û vegerandina koçberan li herêmên wan bi erkên xwe rabin.

(fr)

ANHA

Tebqa