Projeyên bazirganiyê yên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê projeya avakirina sûkekê didomîne, her wiha dest bi projeyeke bazirganiyê jî kir.

Projeyên bazirganiyê yên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê
Projeyên bazirganiyê yên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê
Projeyên bazirganiyê yên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê
Projeyên bazirganiyê yên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê
Projeyên bazirganiyê yên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê
Projeyên bazirganiyê yên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê
Projeyên bazirganiyê yên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê
3 sibat, 2024   04:37
TEBQA
SELAM KÎRWAN

Şaredariya Gel a bajarokê El Mensûra yê kantona Tebqayê hewl dide aboriyê li bajarok bi pêş bixe. Ji bo wê û ji bo ku derfetên kar ji şêniyan re peyda bike, dest bi projeya avakirina 22 dikanan kiriye. 

Şaredarî li ser erdekê bi rûbera 2 hezar û 900 metredam li nêzî avahiya şaredariyê dikanan ava dike. Rûbera her dikanekê 28 metredam e.

Li gorî endezyara şaredariyê Nadiye El Esaf li gor plansaizya 2024`an dest bi vê xebatê hatiye kirin û dê di 9 mehan de bi dawî bikin.

Ev projeya duyemîn e ku Şaredariya Gel a Mensûreyê ragihandiye. Beriya wê jî şaredariyê di Mijdara 2023`yan de dest bi avakirina sûkekê li ser rûbera 8 hezar û 100 metredam kiribû ku tê de 92 dikan hene, heta niha xebatên şaredariyê berdewam in.

Her wiha li gor plansaziyê, Şaredariya Gel amadekariyan dike ji parka giştî ya bajarokî jî sererast bike.

(şx)

ANHA