‘Firehbûna qada şer ji bo DAIŞ`ê derfetek e’

Lêkolînerê pirsgirêkên terorê Hesen Ebû Heniye hişyarî da ku çeteyên DAIŞ`ê dê sûdê ji firehbûna qada şer bigirin û xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

‘Firehbûna qada şer ji bo DAIŞ`ê derfetek e’
3 sibat, 2024   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolînerê pirsgirêkên terorê Hesen Ebû Heniye diyar kir ku encamên şerê Hemas û Îsraîlê hişt ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Koalîsyona Navneteweyî bi dozên jeosiyasî mijûl bibin da ku şer bi Îranê û milîsên wê re berfirehtir nebe.

Hesen Ebû Heniye bi bîr xist ku Îranê êrişên xwe li ser baregehên DYA’yê yên li Iraq û Sûriyeyê zêde kirine û got: “Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi paş ketiye û êdî wekî armancên pêşîn nîn e.”

Li gorî lêkolîner Ebû Heniye, DAIŞ di bikaranîna aloziyên wiha de pispor e û wiha dom da nirxandinên xwe: "DAIŞ aloziyê dernexe jî sûdê jê werdigire. Me dît çawa DAIŞ bi destpêka şerê li Xezayê re sazûmaniya xwe ji nû ve çêkir û êrişên xwe zêde kirin."

Hesen Ebû Heniye stratejiya Koalîsyona Navneteweyî jî rexne kir û got: "Ji destpêkê ve stratejiya Koalîsyona Navneteweyî ne qedandina DAIŞ’ê ye, lê belê derxistina wê ji cihên di bin kontrola wê de ye. Dîsa jî ev stratejî ji dûr ve tê meşandin ku xwe dispêre balafirên bêmirov û xebatên îstîxbaratî. Ev jî pirsgirêkekê çêdike."

Lêkolîner Heniye stratejiya Koalîsyona Navneteweyî wiha şîrove kir: "Hin dewlet hene naxwazin DAIŞ bi temamî were qedandin, lê dixwazin sînordar be û xetereyê çêke da ku ji bo hebûna xwe ya li herêmê bikin hincet û planên xwe li wan herêman pêk bînin."

Ebû Heniye got eger şerê herêmî û navneteweyî gur bibe, DYA’yê bi şerê li Ukrayna, Deryaya Başûr a Çînê, Filistîn û şerê li dijî Hûsiyan mijûl bibe, hingî dê DAIŞ careke din xwe baş bi rêxistin bike. Ebû Heniye îşaret pê kir ku yek ji stratejiyên DAIŞ’ê wêrankirina girtîgehan e mîna ku li girtîgeha Xiwêran a li Hesekê kir û wiha domand: "Stratejiya DAIŞ’ê sabit e. Di sala 2014’an de eynî tişt li girtîgehên Tac û Ebû Xirêb ên li Iraqê û deverên din kir."

(şx/bb)

ANHA