Amadekariyên Şaredariya Kobanê ji bo parastina berhemên çandiniyê bi dawî bûn

Şaredara Kobanê Almaz Romî anî ziman ku wan amadekariyên parastina mewsim bi dawî kirine.

Amadekariyên Şaredariya Kobanê ji bo parastina berhemên çandiniyê bi dawî bûn
1 hezîran, 2026   12:29
KOBANÊ

Şaredariya Gel a Kobanê îro daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê şaredar Almaz Romî ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şaredariyê amadekariyên parastina mewsimê bi dawî kirine. Li Kobanê û gundewarên wê amadekariyên xwe kirine û tîmên agirkujiyê û rewşên awarte, xwe ji bo parastina mewsim bi rêxistin kiriye.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku şaredariyê tankên avê amade kirine, erebeyên agirkuj dane şaredariya gundê Bilik, Bender, Taşlûk, Til Xezal, Cirn û Şêran. Li Kobanê jî 4 erebeyên agirkujiyê ji bo bajar û gundên girêdayî wê hene.

Her wiha hate diyarkirin ku dê tîmên agirkuj nêzî herêmên çandiniyê belav bikin û têkiliya xwe bi cotkaran re çêkin. Her wiha dê di demeke kurt de hejmarên telefonan ên ji bo rewşên awarte belav bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li şênî û cotkaran kirin ku nêzî erdên çandiniyê agir vênexin û dema ku şewat çêbû zû agahiyê bidin tîmên agirkuj.

(np)

ANHA