PJAK: Êrişên li ser partiyên Rojhilat, nîşaneya tirsa rejîmê ya ji yekgirtinê ye

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku êrişên li ser navend û bargehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, êrişên li ser hevpeymaniya partiyan û gelê Kurdin û nîşaneya tirsa rejîma Îranê ji yekgirtinê ye.

PJAK: Êrişên li ser partiyên Rojhilat, nîşaneya tirsa rejîmê ya ji yekgirtinê ye
2 adar, 2026   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrişên rejîma Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Êrişên li ser baregehên partiyên Rojhilata Kurdistanê, êrişên li ser hevpeymaniya partiyan û gelê Kurde û nîşaneya tirsa rejîma Îranê ya ji vê yekgirtinê ye.

Roja borî (1’ê Adarê 2026) Artêşa Pasdaran a Îranê bi bikaranîna dronên xwekuj û mûşekan êriş kir ser bingehên çend partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, bi taybetî ser baregehên Partiya Demokrat û Komeleyê yên li Koye, Zirgewez û Sûrdaşê. Partiya me PJAK van êrişan bi tundî şermezar dike.

Zincîreya êrişên dronî û mûşekî yên rejîma Îranê li ser partiyên Rojhilata Kurdistanê nîşaneya bêçareyî û lewazîya Komara Îslamî û Artêşa Pasdarane û dijberiya wan a li dijî gelê Kurd nîşan dide. Di demekê de ku hêzên zordar ên rejîmê li seranserê Îranê bûne armanca êrişên Îsraîl û Amerîkayê, ev rejîm tu plan û siyasetekî aqilane ji bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan peyda nekiriye û neteweyên Îranê dike qurbaniya xwestinên desthilatên xwe.

Bêguman, êrişa ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê belgeyek zelale ku di 47 salên borî de rêbazê rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser zordarî û şerxwaziyê hatiye avakirin. Van kiryarên şerxwaz nikare rê nade ku Îran ber bi çareserkirina qeyranan û bi destxistina azadiya gelan û neteweyan biçe. Ji ber vê yekê, astengê herî mezin Komara Îslamî ya Îranê bi xwe ye. Rejîm niha li ser kevira hilweşandinê ye, lê hîn jî rêçareseriya leşkerî li dijî gelê Kurd û partiyên Kurdî dewam dike. Ev siyaset niha têk çûye. Ev êrişên dawî yên hewlên zordar ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ne, ku niha li Rojhilata Navîn bi qeyranên mezin re rû bi rû ye.

Em ji gelê xwe re soz didin ku tevgera me ya azadîxwaz heta ku gelê me bi tevahî bigihîje azadiyê naraweste û emê azadî û demokrasiya bi rûmet û şanaziyê bînin holê. Bêguma, êrişên Artêşa Pasdaran ên li ser baregehên partiyên Kurdî yên ku armanca wan şikandina yekgirtin û hevpeymaniya hêzên Kurdî ye ku ev hevpeymanî xwestina dîrokî ya gelê me ye, tenê nîşaneya tirsa rejîmê ne. Lê ev hewlên rejîmê bêguman bi têkçûnekî mezin re rû bi rû dibin. Yekgirtin û hevpeymanî sedema serkeftin û bihevrebûna me ye.