Li Hewlêr û welatên kendavê êriş: Kuştî û birîndar hene

Li Hewlêr û welatên Kendavê dengên teqînan hatin bihîstin. Îranê ragihand ku wê baregehên DYA’yê û tanker kirine armanc. Hate zanîn ku 3 leşkerên amerîkî hatine kuştin.

Li Hewlêr û welatên kendavê êriş: Kuştî û birîndar hene
2 adar, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê li derdora balafirgeha ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA'yê lê ne, teqînan rû da. Hate ragihandin ku sîstemên parastina hewayî balafirên bêmirov xistine.

Li gorî nûçegihanê AFP'ê, li Dewha, Mename û bajarê Kuweytê dengê teqînan hate bihîstin.

Wezareta Karên Hundir a Behreynê daxuyaniyek da û diyar kir ku paşmahiyên fuzeya ji aliyê pergalên parastinê ve hatibû astengkirin, bû sedema şewitandina keştiyeke biyanî li nêzî bajarê Selmanê û di encama wê bûyerê de karkerek hat kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.

Bi vê yekê hejmara kesên li welatên Kendavê ji roja Şemiyê ve hatine kuştin, dibe 5.

Desthilata Îranê jî ragihand ku hêzên wê di çarçoveya "Soza Durist 4" de pêleke nû ya êrişê li dijî hêzên DYA'yê pêk hatiye û baregeh, binkeyên deryayî yên li Kuweyt û Behreynê kirine û hedef û li Kendavê û tengava Hurmuzê li keştiyên petrolê daye.

Berdevkê ‘Fermandariya Xatemûl Enbiya’ da zanîn ku baregeha DYA’yê ya li Elî Salim a li Kuweytê ji xizmetê derketiye û keştiya balafiran a DYA’yê ya Abraham Lincoln bi 4 mûşekên krûz kiriye hedef û ew neçar kiriye ku ji cihê xwe vekişe. Berdevk her wiha got wan li Kuweytê 3 tesîsên deryayî yên DYA’yê û yek li Behrêynê bi 4 dronan kiriye hedef û 3 tankerên petrolê yên amerîkî û brîtanî li Kendav û tengava Hurmuzê xistine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku di operasyona li dijî Îranê de 3 leşkerên amerîkî hatine kuştin, lê agahiyên zêdetir nedan.

BALAFIREKE DYA’YÊ HATE XISTIN

Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku vê sibehê balafireke DYA’yê ketiye xwarê. Hate ragihandin ku pîlotê balafirê bi saxî rizgar bûye. Li ser sedema ketina balafirê hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.

(bb)