Piştî Eyn Îsayê dewleta Tirk bajarokê Çelebiye bombebaran kir
Balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker bajarokekî Kobanê yê l iser rêya M4`ê bombebaran kir.
Balafireke bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker bajarokê Çelebiye yê başûrê Kobanê ku li ser rêya M4`ê ye bombebaran kir.
Lê agahiyên der barê encamên wê de nehatin bidestxistin.
Her wiha beriya vê jî, balafireke dewleta Tirk a dagirker bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li başûrê navçeya Eyn Îsayê û stasyona kehrebeyê bombebaran kirin. Di encamê de kehrebe li navçeyê qut bû.
(şx)
ANHA