‘Piştgiriya gelê Bakur a ji bo Rojava têkiliyên xurt ên Kurdan nîşan dide’

Kongra Star a kantona Cizîrê piştgiriya jinên li Bakurê Kurdistanê ya ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û destnîşan kir ku di têkoşîna ji bo azadiyê û rûmetê de rola jinan bingehîn e.

‘Piştgiriya gelê Bakur a ji bo Rojava têkiliyên xurt ên Kurdan nîşan dide’
4 ÇILE, 2025   15:07
QAMIŞLO

Kongra Star a kantona Cizîrê di çarçoveya xurtkirina têkiliyan di navbera gelê Kurd de li her çar parçeyên Kurdistanê û nirxandina rola jinan a bingehîn di têkoşîna ji bo azadiyê û rûmetê de, çalakiyek li dar xist. Çalakî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi beşdariya bi dehan jinan hate lidarxistin.

Di çalakiyê de endama kongreyê Şîraz Hemo axivî û got: "Her qadek, her kolanek her taxek veguheriye keleha berxwedanê. Destanên dîrokî bi destê keç û xortên vî gelî, tên nivisandin."

Şîraz got: "Rast e di navbera me de sînorên bi destê dijminan hatine çêkirin hene, lê gelê Bakurê Kurdistanê piştgiriya berxwedana Rojava kir. Gelê Bakurê Kurdistanê di êrişên DAIŞ`ê de jî li kêleka Kobanê bû, kesên welatparêz ji her çar parçeyên Kurdistanê seferber bûn û tev li wê berxwedanê bû.”

Şîrazê diyar kir ku gelê Bakurê Kurdistanê di şert û mercên zehmet de tim li kêleka Rojava bû û ev piştgirî kûrbûna têkiliyên di navbera gelê Kurd de li her çar parçeyên Kurdistanê rave dike.

Şîraz wiha domand: "Bandora sînoran li van têkiliyan nabe, vîna gelê Kurd û yekitiya wî dê her tim xurt be."

Şîrazê bal kişand ser destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin û got: "Ev ne milkê gelekî ye lê destkeftiyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê ye."

(şx/k)

ANHA