Li Balafirgeha Şamê dê 7`ê Çileyê sefer dest pê bikin

Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê ragihand ku 7`ê Çileyê Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê dê dîsa bê vekirin.

Li Balafirgeha Şamê dê 7`ê Çileyê sefer dest pê bikin
4 ÇILE, 2025   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA`yê serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê Eşhed El Salîbî ragihandiye ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê sefer dê 7`ê Çileyê dest pê bikin. 

El Salîbî got: "Ji 7`ê Çileyê ve dê sefer li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê dest pê bikin."

Rêveberiya balafirgehê 23`yê Kanûnê ji bilî rêwîtiyên bi destûreke taybet ji aliyê Balafirvaniya Sivîl ve, heta 1`ê Çileya 2025`an rêwîtiya li balafirgehê rawestandibû.

8`ê Kanûnê balafirgeh ji karmendên wê hatibû valakirin û tevahî sefer rawestiyabûn.

(şx/k)