Li Xezeyê di 24 saetan de 59 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyand ku di 24 saetên dawî de di êrişên Îsraîlê de 59 kes hatin kuştin.

Li Xezeyê di 24 saetan de 59 kes hatin kuştin
4 ÇILE, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê roja şemiyê daxuyanî da û diyar kir ku li herêma ku nêzî 15 mehan li bi Îsraîlê re şer lê didome, di 24 saetên dawî de herî kêm 59 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji destpêka şer ango ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hejmara miriyên li Xezeyê gihiştiye 45 hezar 717’an. Di heman demê de 108 hezar 856 kes jî birîndar bûne.